Abdullah: “Gelê Efxanistanêji pêvajoya aşitiyê encamên çêtirîn hêvî dike”

Abdullah: “Gelê Efxanistanêji pêvajoya aşitiyê encamên çêtirîn hêvî dike”

Abdullah Abdullah, Serokê Encûmena Bilind a Lihevhatina Niştimanî ya Efxanî, got ku "Ji bo me girîng bû ku em dest bi danûstandinan bikin. Tîma danûstandinê bi hev re dixebitin."

Danûstendinên aşitiyê yên li Efxanistanê di van demên dawî de piştî ku Talîban û Hikûmeta Efxanî li ser rêgezên rêbazê yên danûstandinan li hev kirin gihaşt nuqteyeke muhîm.

Komên xebatê yên her du aliyan hefteya borî sê civîn pêk anîn da ku rojeva hevdîtinan nîqaş bikin. Dihat hêvîkirin ku gotûbêj vê hefteyê jî bidomînin, lê ji ber ku her du alî daxwaz kirin xalên hevdîtinê îstîşare bikin, hevdîtin hatin taloq kirin.

"Divê her du alî fêhm bikin ku şer ne çare ye"

Abdullah di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir: “Kêmkirina tundûtûjiyê yek ji wan daxwazên sereke ye ku ji hêla hukumeta Efxanî ve tête pêşniyarkirin. Divê her du alî werin ba hev û di pêvajoya aşitiyê de bikevin nîqaşa sereke. Divê her du alî jî fêhm bikin ku şer ne çare ye.”

Konseya Lihevanîna Aşitiya Efxanistanê dê sibê civîna xweya yekem pêk bîne

Gotûbêjên dora duyemîn

Di daxuyaniya xwe de, Abdullah diyar kir ku cîhê paşîn ê qonaxa duyemîn a danûstandinên aştiyê di navbera Hikûmeta Efxanî û Talîban de dê bi hevahengî di navbera danûstandinên her du aliyan de were diyar kirin, û got ku divê meseleya cî û mekanê nebe pirsgirêk.

Talîban li dijî banga Serokê Efxanî Eşref Ganî ye ku gera pêşîn a danûstandinên aştîyê "divê li Efxanistanê were kirin" û dibêje ku ev daxwaz ji alîyê hikûmetê ve nîşaneya tirsê ye.

Hat destnîşankirin ku dê her du alî di 5ê Çileyê de li Doha, paytexta Qatar danûstandinan bidomînin.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.