Alîkarê îxtîyartirîn dê ji serokomar re wekalet bike

Alîkarê îxtîyartirîn dê ji serokomar re wekalet bike

Di biryarnameya îro ya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin de hat destnîşankirin dê alîkarê herî îxtîyar ji serokomar re wekaletê bike.

Di hejmara Rojnameya Fermî ya ku îro hat weşandin de Biryarnameya di Heqê Teşkîlata Serokomarîyê hat belavkirin.

Li gor biryarnameya hat weşandin; Meqamê Serokomarîyê dema vala bibe dê alîkarê serokomar yê herî îxtîyar di şûna serokomar de wekaletê bike û dê desthilatîyên serokomar di destê wî de bin.

Dema serokomar ji ber nexweşî an jî derkeve derveyî welêt û meqamê serokomar vala bibe dê alîkarî serokomar yê herî îxtîyar demborî di şûna serokomar de wekaletê bike û dê desthilatîyên serokomar di destê wî de bin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.