Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji ber nexweşîya xwe dua teleb kir
Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê destnîşan kir ew ê ji îro pê ve tedawîya kemoterapîyê bibîne û ji hezkirîyên xwe dia teleb kir.
Yavuz di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya medyay civakî belav kir de destnîşan kir ew ê pêvajoya tedawîya wî nêzî 3 mehan berdewam bike ku ew di vê pêvajoya tedawîyê de ji hezkirîyên xwe dia teleb dike.
Yavuz di daxuyanîya ku doh belav kir de wiha got: “Selamun aleykum, xuşk û birayên min û şopînerên min ên bi qiymet! Ji sibe pêve ez ê dest bi tedawîyeke ku dê 3 mehan berdewam bike bikim. Di ya rastîyê de ji bo ku ez nekevim kemoterapîyê min gelek zêde li ber xwe da.Lê temamê doxtorên ku min bi wan re gotûbêj kir gelek zêde israr kirin ku ez mecbûr mam.Ez ji we dia teleb dikim. Di vê pêvajoyê de ez ê nikaribim bersiva telefonan bidim û mêvanan qebûl bikim. Ji ber vê pêvajoyê ji naçarî ez ê hinekî navberê bidim siyasetê jî. Xweda ji we temaman razî be. Birayê we Mehmet Yavuzê ku pêdivîya wî bi diayê heye.”
Yavuz di dawîya daxuyanîya xwe de Ayet 216emîn a Sûreya Bakarayê “ Dibe ku tiştek ji bo we bi xêr be; lê belê ev yek li xweşa we neçe. Dîsa dibe ku tiştek ji bo we nebaş be ku hûn jê hez bikin. Xweda dizane, hûn nizanin.” û Ayeta 156emîn a Sûreya Bakarayê “Em aîdî Xwedê ne. Ji xwe em ê vegerin Wî.” parve kir.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.