Alîkarê Serokê Karên Diyanetê banga xwedîderketina li mizgeftan kir

Alîkarê Serokê Karên Diyanetê banga xwedîderketina li mizgeftan kir

Burhan Îşlîyenê Alîkarê Serokê Karên Diyanetê banga xwedîderketina li mizgeftên ku tê xwestin ji teref Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekir a HDPyî ve bên xerakirin kir.

Meclîsa Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê bi qerara ku dabû dixwaze 4 mizgeftên ku li Kayapinara Diyarbekirê hatine çêkirin xera bike. Ji ber vê yekê ji Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê ya HDPê re bertekên tund hatin nîşandan û ev bertek hêj berdewam dikin.

Burhan Îşlîyenê Alîkarê Serokê Karên Diyanetê banga xwedîderketina li mizgeftên ku tê xwestin ji teref Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekir a HDPyî ve bên xerakirin kir.

Îşlîyen di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir de destnîşan kir “ Me bi micadele û zehmetîyên mezin dest bi wan înşaatên camîyan kiribû…Ez hêvî dikim ku egîd û mêrxasên mumin ên Diyarbekirê xwedî li camîyên xwe derkevin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.