Amerîka dê ji kesên ku cihê 3 birêvebirên paye bilind ên PKKê bêjin re xelat bide

Amerîka dê ji kesên ku cihê 3 birêvebirên paye bilind ên PKKê bêjin re xelat bide

Amerîka ji bo kesên ku derheqê 3 serkirdeyên PKKyê yên bi navê Murat Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan de agahî bidin dê xelata pereyan bide.

Wezareta Karên Derve yê Amerîka di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew dê ji kesên ku derheqê cihên 3 birêvebirên PKKê yên payebilind ên bi navê  Murat Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan de agahî bidin re xelata pereyan bidin.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hat belavkirin de, derbarê mijarê de wiha hat diyarkirin: “ Wezareta Karên Derve dê ji wan kesên ku nasname an jî cihên wan PKKyîyên ku qala wan hat kirin diyar bikin û derheqê wan de agahî bidin re xelata pereyan bide. Di vê çarçoveyê de ji kesên ku cihê Murat Karayilan bêjin re 5 milyon dolar, ji kesên ku cihê Cemîl Bayik bêjin re 4 milyon dolar û ji kesên ku cihê Duran Kalkan bêjin re jî dê 3 milyon dolar bê dayîn.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin  Wezarat Karên Derve yê Amerîka di sala 1997an de PKKê li gor Qanûna  Penaberî û Nîjadê de wek “rêxistina terorê ya biyanî” qebûl kiriye û hikûmeta Amerîkayê jî di sala 2001an de  di bergeha Qerarnameya Serokatîyê de PKKê xistiye nav lîsteya “Hêmanên Terorê yê Kurewî.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.