Amerîka derheqê Filistînê de qerareke din a sosret da

Amerîka derheqê Filistînê de qerareke din a sosret da

Birêveberîya Amerîkayê derbarê wan wargehên ku li Filistînê ji teref siyonîstan ve hatin îşxalkirin û lêavahî tên înşakirin de destnîşan kir “ biya me ev înşakirin ne li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”

Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Pompeo di daxuyanîya xwe ya ku belav kir  de derbarê mijarê de destnîşan kir ew wek Amerîkayê polîtîkaya xwe ya ku di dewra Obama de derbarê wan herêmên ku li Şerîaya Rojava ji teref siyonîstan ve hatine îşxalkirin û lê avahî tên sazkirin de dihat meşandin guhartine.

Pompeo di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, derbarê wan wargehên ku li Filistînê ji teref siyonîstan ve hatin îşxalkirin û lê  avahî tên înşakirin de destnîşan kir “ biya me ev înşakirin ne li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.