Amerîka dîsa gef li Maduro xwar

Amerîka dîsa gef li Maduro xwar

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mîke Pompeo di bernameyeke televîzyonê de gef li Serokê Dewleta Venezuelayê xwar.

Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derve yê Amerîka di bernameyeke televîzyonê de gef li Serokê Dewleta Venezuelayê xwar û destnîşan kir rojên jimartî yên Maduro mane.

Pompeo di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Amerîka li Venezuelayê bes dixwaze demokrasîyê tesîs bike û ew ê ji bo Venezuela “bigihije demokrasî” û “alîkarîyên însanî” Amerîka hewldanên xwe bidomîne.

Pompeo di dawîya axavtina xwe de bang li artêşa Venezuelayê kir da ku xelkê Venezuelayê biparêze û diyar kir ew ê Amerîka piştgirîya xwe ya ji bo Juan Guaîdo bidomîne.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.