Amerîka ji ber harekata Sûrîyê li hember Tirkîyê mueyyîdeyên nû da destpêkirin
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber harekata ku li bakûrê Sûrîyê tê tetbîqkirin li hember Tirkîyê mueyyîdeyên nû da destpêkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Malîyê ya Amerîkayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji ber operasyona leşkerî ya ku ji teref Tirkîyê ve li bakûrê Sûrîyê tê tetbîqkirin li 2 wezaret û 3 wezîrên Tirkîyê hatin xistin bergeha mueyyîdeyên ku nû li hember Tirkîyê hatine destpêkirin.
Li gorî daxuyanîya Wezareta Malîyê ya Amerîkayê navê wezîr û wezaretên Tirkîyê yên ku hatine xistin bergeha mueyyîdeyan wisa ye:
-Wezareta Parastina Tirkîyê
-Wezareta Çavkanîyên Xwezayî û Enerjîyê
-Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Hulusî Akar
-Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu
- Wezîrê Çavkanîyên Xwezayî û Enerjîyê Fatîh Donmez.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.