Amerîka komeke din aleşkeranşand Sûrîyê
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê destnîşan kirin ew komek leşkerên din jî şandin Sûrîyê.
Ji teref Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ve hat destnîşankirin ew ji bo ji vekişîna ji Sûrîyê re bibin alîkarî komek leşkerên din jî şandin Sûrîyê.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin komek leşkerê ku hatiye şandin ji bo parastin û ewlehîya leşkerên ku dê ji Sûrîyê vebikişin hatine şandin.
Sean Robertsonê Berdevkê Pentagon derbarê mijarê de diyar kir leşkerên wan ên li Sûrîyê di bergeha rêgezên ku ji teref hikûmeta Amerîka ve hatine diyarkirin ji Sûrîyê vedikişin.
Pentogan diyar dike ku 2 hezar leşkerên wan li Sûrîyê ne; lê belê ji ber ku leşkerên Amerîkayî gelek zêde diçin Sûrîyê û jê derdikevin hêj hejmara leşkeran teqez nayê zanîn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.