Amerîka li Raqqayê hezar û 600 kesên sîwîl kuşt

Amerîka li Raqqayê hezar û 600 kesên sîwîl kuşt

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Çavdêrîyê ya Aîrways destnîşan kirin “Amerîka li Raqqayê hezar û 600 kesên sîwîl kuşt.”

Ji teref Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Çavdêrîyê ya Aîrwaysê ve hat destnîşankirin di sala 2017an de di bombardimanên ku nêzî 4 mehan ji teref Amerîka ve li Raqqayê hatin kirin de hezar û 600 kesên sîwîl hatin qetilkirin.

Di raporta ku hat weşandin de hat diyarkirin kesên sîwîl ên distirîn malan bi xwe jî  ji teref Amerîka û PKK/YPGê ve dihatin hedefgirtin.

Di berdewama raportê de hat diyarkirin dema ku Amerîka û PKK/YPGê  Raqqayê bombebaran dikirin ji dêla ku mûşekên kêmtesîr bi kar bînin mûşekên ku temamê avahîyê hildiweşîne bi kar dianîn.

Di dawîya raportê de bang hat kirin ku derbarê sîwîlên ku hatine qetilkirin de lêpirsîn bê destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.