Amerîkayê pêşnûmaya qerara Ermenîyan qebûl kir

Amerîkayê pêşnûmaya qerara Ermenîyan qebûl kir

Meclîsa Temsîlkaran a Amerîkayê pêşnûmaya ku tê de tê îddîakirin di bûyerên 1915an de li hember Ermenîyan komkujî hatiye kirin qebûl kir.

Hat ragihandin Meclîsa Temsîlkaran a Amerîkayê pêşnûmaya ku tê de tê îddîakirin di bûyerên 1915an de li hember Ermenîyan komkujî hatiye kirin qebûl kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di dengdayîna ku li meclîsê hat kirin de qerar bi 405 dengên erê hat qebûlkirin. Di dengdayînê de 11 dengên naxêr hatin dayîn.

Tê diyarkirin qerara ku hatiye standin ti giranî û tesîra wê tune ye ango qerar nayê wateya ku Amerîka bûyerên 1915an wek komkijîyê nas dike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.