Amerîkayê seferên Boeîng 737 da sekinandin

Amerîkayê seferên Boeîng 737 da sekinandin

Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ew seferên balafirên Boeîng 737 MAX 8-9 dane sekinandin.

Ji teref Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ve derbarê balafirên Boeîng 737 de daxuyanîyek hat dayîn. Trump di daxuyanîya ku da destnîşan kir; heta talîmateke din seferên ku dê bi balafirên Boeîng 737 MAX 8-9 li temamê welêt hatiye sekinandin.

Balafira Boeîng 737 MAX-8 a aîdî Rêyên Asimanî ya Etîyopyayê di 10ê Adarê de ketibû xwarê û 157 kes jiyana xwe ji dest dabûn ku ji ber vê yekê seferên vê balafirê li Etîyopyayê hatibûn sekinandin.

İLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.