Armanca min ya herî mezin şehadeta di rêya Xwedê de ye

Armanca min ya herî mezin şehadeta di rêya Xwedê de ye

Tirsa xewna çeteyên sîyonîst Şêx Ehmed Yasîn di salvegara şehadeta xwe ya 16emîn de bi rehmet û minnet tê yadkirin.

Pêşengê tekoşîna Îslamî yê manewî yê Filistînê şehîd Şêx Ehmed Yasîn bi minasebeta selvegera şehadeta xwe ya 16emîn bi rehmet tê yadkirin.

Digel Şêx Ehmed Yasîn bi felç bû jî barê doza Filistîn hilgirt li ser milên xwe  û bû  tirsa xewnên çeteyê sîyonîst. Rêberê manewî yê Hereketa Berxwedana Îslamî (HAMAS) Şêx Ehmed Yasîn ji ber minasebeta salvegera şehadeta xwe ya 16emîn tê yadkirin.

Şêx Yasînê ku rûhê berxwedan û tekoşîna Îslamî da ummetê rojekê dema ji nimêja sibehê derdiket bi helîkopterên apaçî hat şehîdkirin.

Şêx Yasîn di sala 1937an de li gundê el-Cewra yê Asqalana Filistînê hat dinyayê û di 3ê salîya xwe de bavê xwe winda kir.

Di sala 1948an de piştî çeteyên sîyonîst, Filistînê îşxal kirin Yasîn bi malbata xwe re koçî bajarê Xezzeyê kir û di sala 1952an de li Xezzeyê li Dibistana Îmam Şafîî dest bi perwerdehîya sereke kir. Yasîn, perwerdehîya dibistana amadeyî jî li Lîseya Filistînê temam kir. Şehîd Şêx Ehmed Yasîn hêj di zaroktîya xwe de bû şahidê gelek bûyer û hewadîsan. Van bûyer û hewadîsan li ser jiyana wî bandoreke mezin hişt.

Ehmed Yasîn di sala 1952an de di mehên havînê de dema çû avjênîyê serserkî ket avê û sitûyê wî şikîya, ji ber vê yekê temamê bedena wî felc bû.

Piştî ku siyonîstan di sala 1967an de temamê Filistînê îşxal kir  re Şêx Ehmed Yasîn di hişyarkirina gel de roleke mezin girt. Pîştî ku li Xezzeyê Merkeza Îslamê hat damezrandin Şêx Yasîn zêdetir hat naskirin. Vê yekê rêveberîya îşxalê zêdetir nerehet kir û bi caran ji teref polêsên çeteyên sîyonîst ve îfade wî hat girtin.  

Zîndan û berxwedan

Şêx Yasîn û gelek hevalên wî di sala 1984an de bi sûcdarkirina ‘Hilweşandina dewleta îsraîl û di şûna wê de damezrandina dewleta Îslamê’ hatin sûcdarkirin û 13 salan cizayê hepsê dan wan. Lê belê 11 meh şûn de di navbera Filistînîyan û çeteyên îsraîl de bi teqasa hêsîran serbest hat berdan. Di 18ê Gulana 1989an de Şêx Yasîn careke din ji teref çeteyên sîyonîst ve hat girtin. Digel Şêx Ehmed Yasîn gelek endamên Hereketa Berxwedana Îslamî jî hatin girtin.  

Piştî demeke dirêj Şêx Yasîn derxistin mehkemê û ji 15 sûcan sûcdar hat dîtîn. Şêx Yasîn ji heyeta mehkemê re wiha gotibû “Ne heq û mafê vê mehkemê ye min mehkeme bike. Lewra ev mehkeme ji teref îşxalkeran ve hatîye damezrandin. Ji ber vê yekê ev mehkeme ne meşrûye.”

“Ez rejîma îşxalê wek mixatab qebûl nakim”

Hakimên çeteyên siyonîst cizayê muebetê dan Şêx Yasîn. Paşê çeteyên siyonîst li hember berdana Şêx Yasîn xwest ku lihevkirina xweserîyê bê qebûlkirin. Li ser vê yekê Şex Yasîn wiha got: “Heger hûn şert bidin ber min û bibêjin derkeve zebeş bixwe ezê vê yekê jî qebûl nekim. Ji xwe ez hebûna rejîma îşxalê qebûl nakim da ku ez şertê wan qebûl bikim.”

Şêx Ahmet Yasîn 8 salan di zîndanan de ma û tu tiştek winda nekir û rêveberîya çeteyên sîyonîst wek mixatab qebûl nekir û ev helwesta xwe qet neguherand.

Sûîqest li Şêx Ehmed Yasîn hat kirin

Şêx Ehmed Yasîn piştî ku 8 salan di zîndanan de ma di 30ê Îlona 1997an êvara roja sêşemê serbest hat berdan û ji bo tedawîyê ew birin Ammana paytexta Urdunê. Digel ku Şêx Ahmet Yasîn hatibû berdan jî rejîma çeteyên siyonîst ji xebatê wî aciz dibûn. Carekê Şêx Ehmed Yasîn çûbû serdana mirovekî xwe û ev yek ji teref çeteyên sîyonîst ve hatibû tesbîtkirin û bi balafirên F-16 mûşek avêtibûn malê. Di wê êrîşê de Şêx Yasîn û alîkarî wî Îsmaîl Henîyye bi alîkarîya Xweda tiştek bi wan nehat û sax filitîn.

“Armanca min ya herî mezin şehadeta di rêya Xweda de ye”

Ehmed Yasîn bi terbîya Birayên Misliman hatibû mezinkirin. Di sîstema perwerdehîya vê cemeatê de armanca temamê endamên wê ye herî mezin ev bû, “Şehîdbûna di rêya Xweda de armanca wan ya herî mezin e.”

Wekî tê zanîn Şêx Ehmed Yasîn merivekî astengdar û bi felc bû. Digel van tevekan çeteyên siyonîst îman û cesareta wî didîtîn û zanibûn ku bê çawa cesaretê dide mucahîdan û ji ber vê yekê ji hebûna wî re tehemul nekirin. Çeteyên siyonîst ji bo wî ji holê rakin gelek caran plan çêkirin. Di hin planan de bi ser neketin û di hin planan de jî ji ber encamê ditirsîyan  û newêrek hereket dikirin. Lê belê çeteyên siyonîst di 22ê Adara 2004an de, dema Şêx Ehmed Yasîn ji nimêja sibehê derdiket bi balafiran mûşek avêtin wî û ew şehîd kirin.  

Şêx Ehmed Yasînê ku armanca wî ya herî mezin şehadet bû gîha armanca xwe.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.