Avahîya ku şewitî hilweşîya: 2 mirî

Avahîya ku şewitî hilweşîya: 2 mirî

Li Fatîha navçeya Stenbolê mala ku tê de şewat derket hilweşîya, di encama hilweşînê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Fatîha navçeya Stenbolê avahîya 4 qetî ya ku tê de şewat derket hilweşîya, di encama hilweşînê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan.

Şewat di avahîya 4 qetî ya li Taxa Fatîh Yedîkuleyê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin  ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di avahîya 4 qetî de şewat derket. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin şewat doh derdora seat 05.30î de derket. Hêj sedema derketina şewatê nayê zanîn.

Piştî xeber hat dayîn re îtfaîyevanên navçeyên derdorê hatin cihê bûyerê û mudaxeleyî şewatê kirin. Şewat piştî xebatên ku çend seatan berdewam kir re hat tefandin.

Di encama bûyera ku pêk hat de avahî hilweşîya û 2 kes di bin avahîyê de man. 2 kesên bi navê Remezan U.(16) û Emîrcan T.(18) ên ku di bin avahîyê de man jiyana xwe ji dest dan.

Derbarê şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.