Avrupa Yetim Eli ji kesên feqîr re alîkarîya pere û xurekê kir

Avrupa Yetim Eli ji kesên feqîr re alîkarîya pere û xurekê kir

Avrupa Yetim Eliya ku xebatên xwe yên alîkarîyê him navawelêt û him jî li derveyî welêt bênavber didomîne, li Xarpêtê ji kesên feqîr û jar re alîkarîya xurek û pereyan kir.

Dema ku dîrok 24ê Çileyê sala 2020an nîşan dide li Xarpêtê erdhejeke pir bi tund pêk hat û bajêr gelek zêde zirar dît û geleê Xarpêtê li derve ma û şepirze bû. Di wê pêvajoyê de Avrupa Yetim Eli çûbû bi hawara Xarpêtîyan û ji wan re bûbû alîkar.

Heman sazî li heman bajarî xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne.

Derbarê alîkarîya ku hat kirin de ji teref Resûl Yildirimê ku Temsîlkarê Kovanciyan a Avrupa Yetim Eliyê ye ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Yildirim di daxuyanîya xwe de ji wan kesên ku ji vê xêrê re bûne wesîle re teşekkur kir û derbarê xebatên alîkarîyê de wisa axivî: “Wek Avrupa Yetim Eli xebatên me yên alîkarîyê li çar alîyê cîhanê bênavber berdewam dikin. Me li  Kovanciyan ji wan kesên ku muxtac in, ji ber nexweşîya Corçonayê nikarin bixebtin re alîkarîya neqdî û erzaqê kir. Ev kes berî niha ji teref Karwana Hêvîyê ya Xarpêtê ve hatibûn tespîtkirin. Rebbê min xêra temamê kesên xêrxwaz qebûl bike.  Her wisa ez ji temamê kesên ku keda wan di vê xebatê de heye re jî teşekkur dikim û Xweda ji tevan razî bit.”(ÎLKHA)


Avrupa Yetim Eli ji kesên feqîr re alîkarîya pere û xurekê kir

Avrupa Yetim Eli ji kesên feqîr re alîkarîya pere û xurekê kir

Avrupa Yetim Eli ji kesên feqîr re alîkarîya pere û xurekê kir

Avrupa Yetim Eli ji kesên feqîr re alîkarîya pere û xurekê kir

Avrupa Yetim Eli ji kesên feqîr re alîkarîya pere û xurekê kir

Avrupa Yetim Eli ji kesên feqîr re alîkarîya pere û xurekê kir

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler