Bager û lehî Ewrûpayê xist bin tesîra xwe

Bager û lehî Ewrûpayê xist bin tesîra xwe

Ji ber bagerên dijwar û lehîyên ku rabûn heta niha 6 kes canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li Îngîlterê û Slovenyayê ji ber ku dar ket li ser wesayîtê 3 kes canê xwe ji dest dan.

Ji ber ku bager û baran ku zêde barîya li Polonyayê 2 kes mirin û nêzî 55 hezar  mal bêceyran man.

Dîsa li Çekyayê jî ji ber ba û bagerê nêzî 100 hezar mal, li Îngîlterê 20 hezar û li Almanyayê jî 50 hezar mal bêceyran man.

Li Hollandayê jî ji ber bagera Cîarayê gelek seferên balafir û trênan hat betalkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.