Banga berfirehkirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji Eğitim-Bir-Senê
Di daxuyaniya ku ji aliyê Eğitim-Bir-Sen û Memur-Senê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku eleqeya li ser dersa bijarte ya Kurdî zêde bûye û banga tayînkirina bêtir a mamosteyan û berfirehkirina perwerdehiyê ji bo qadên cuda yên perwerdehiyê hat kirin.
Ji aliyê Komisyona Şopandinê ya Dersa Bijarte ya Kurdî ya Eğitim-Bir-Sen û Memur-Senê ve, bi mijara 'Tecrûbeya Perwerdehiya Kurdî li Tirkiyeyê' daxuyaniyeke çapemeniyê hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku eleqeya li ser dersa bijarte ya Kurdî zêde bûye û banga tayînkirina bêtir a mamosteyan û belavkirina perwerdehiyê ji bo qadên cuda (astên cuda) yên perwerdehiyê hat kirin.
Daxuyaniya çapemeniyê ya ku li avahiya Serokatiya Bajêr a Memur-Sena Amedê hat lidarxistin, ji aliyê Serokê Bajêr ê Memur-Sena Amedê Ramazan Tekdemir ve hat xwendin.
"Sendikaya me, îsal gihîşt 86 hezar û 64 xwendekaran û rekora ku par şikandibû nû kir"
Tekdemir, daneyên derbarê asta dersa bijarte ya Kurdî ku ji sala 2012an vir ve li dibistanên navîn tê dayîn bi raya giştî re parve kir û got: "Li Tirkiyeyê 14 sal in li 5 zanîngehan, bi tevahî bi 197 kontenjanan perwerdehiya lîsansê ya mamostetiya Kurdî tê dayîn. Di vê heyama 14 salan de 826 mamosteyên Kurdî dîplomaya lîsansê girtine. Dîsa di heman heyamê de li 15 bajar, 32 navçe û 260 dibistanên navîn de bi tevahî 412 hezar xwendekaran dersa Kurdî dîtine.
Li welatê me her sal ji 20 milyon xwendekarên ku perwerdehiyê dibînin nêzî 7 milyon xwendekar derfeta wan a hilbijartina dersa Kurdî heye; lê mixabin ku hejmara xwendekarên heyî li derdora 30 hezarî dimeşe, em xemgîniya vê yekê dikişînin. Sendikaya me ya ku par bû sedem ku 59 hezar û 362 xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin, îsal gihîşt 86 hezar û 64 xwendekaran û rekora ku par şikandibû nû kir. Ev eleqeya zêde ya xwendekar û weliyên me, ne tenê refleksekî çandî ye, di heman demê de rûdana berçav a pêdiviyeke pedagojîk e li qadê."
"Perwerdehiya zarokan a bi zimanê zikmakî serkeftina akademîk rasterast zêde dike"
Tekdemir di daxuyaniyê de bal kişand ser ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî tevkariyên girîng li geşedana zanînî (bîberekî) û serkeftina akademîk a zarokan dike û van îfadeyan bi kar anîn: "Lîteratûra perwerdehiyê ya navdewletî û Raporên Şopandina Perwerdehiya Cîhanî ya UNESCOyê îspat dikin ku perwerdehiya zarokan a bi zimanê mala wan an jî bi zimanê wan ê zikmakî, geşedana zanînî, fêmkirina tiştên ku dixwînin û serkeftina akademîk rasterast zêde dike. Li gorî daneyên UNESCOyê, hesta aîdiyeta dibistanê ya zarokên ku di nav pêvajoyên perwerdehiya zimanê zikmakî de ne bilind dibe, afirîneriya wan geş dibe û rêjeya serkeftina wan a di qadên bingehîn ên wekî matematîk û zanistên fenê de bi rengekî berçav zêde dibe. Ji holê rabûna astengiyên zimandorî, şiyana ramanî ya razber (mûcered) a xwendekar lezandî dike."
"Ji ber ku Kurdî ne dersekî mecbûrî ye, ji bo her dibistaneke ku ders lê tê vekirin kadroya normê ya mamosteyê Kurdî nayê dayîn"
Tekdemir diyar kir ku "Bi navînî ji bo her 250 xwendekaran pêdivî bi 1 mamosteyê Kurdî heye," û weha axivî: "Ji ber vê yekê gava jimareyên ku îsal hatine bidestxistin li ber çavan werin girtin, plansaziya tayînkirinê ya ku bi kêmanî 200 mamosteyên nû yên Kurdî li mamosteyên branşa Kurdî ya heyî zêde bike, zorûretekî pedagojîk e. Mixabin ji ber ku Kurdî ne dersekî mecbûrî ye, ji bo her dibistaneke ku ders lê tê vekirin kadroya normê ya mamosteyê Kurdî nayê dayîn. Ji bo ku mamosteyekî Kurdî bête tayînkirin, mecbûriyet heye ku ev ders di hefteyê de 8 saetan, yanî bi kêmanî di 4 şubeyan (polan) de bête pênasekirin.
Li seranserê welatê me pêdiviya fermî ya hatî pênasekirin 30 mamosteyên Kurdî bûn, lê ji bo van kadroyan 14 namzedên mamostetiyê serlêdan kirin. Ji 9 mamosteyên Kurmancî yên ku serlêdan kirine 5 jê, ji 6 mamosteyên Zazakî jî 1 jê di akademiyê de perwerdehiyê dibînin. Sendikaya me hem ji bo zêdekirina kadroyên normê yên vala hem jî ji bo tayînkirina hejmareke bes a mamosteyên Kurdî bi hesasiyet dixebite. Koordinasyona navbera Wezaret û bajaran a li ser arastekirina tayînkirinan ji bo bajar û navçeyên ku tu mamosteyên Kurdî lê nînin, tê şopandin. Mînak; tayînkirinên Agirî/Panos, Riha, navenda Mûşê û Bidlîs/Norşînê bi xêra vê şopandina nêzîk hatine pêkanîn."
Tekdemir diyar kir ku Modela Maorîfê ya Sedsala Tirkiyeyeyê ya ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve hatiye xistin meriyetê, girêdana xwendekar a bi hawîrdora çandî û zimanê zikmakî re esas digire û got: "Modela Maorîfê ya Sedsala Tirkiyeyê ya ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve hatiye xistin meriyetê, nêzîkatiyeke pedagojîk a avaker a ku beşdariya aktîf a xwendekar, fêrbûna civakî-hestiyarî û geşedana giştgiran (bêtunî) armanc dike, esas digire. Girêdana xwendekar a bi nasname, hawîrdora çandî û zimanê xwe yê zikmakî re, yek ji kevirên bingehîn ên rêzika 'geşedana giştgiran' e ku ev model diparêze.
Di vî warî de, em pêvajoya amadekirina pirtûkên dersê yên Kurdî ji nêz ve dişopînin. Di çarçoveya xebatên lihevhatina mufredatê de, Zanîngeha Mardîn Artukluyê ji bo amadekirina pirtûkên Kurmancî, Zanîngeha Çewligê jî ji bo pirtûkên Zazakî hatine peywirdarkirin. Sendikaya me, hevkariya 5 beşên zanîngehan ên ku perwerdehiya Kurdî didin, girîng dibîne."

"Em armanc dikin ku bikaranîna perwerdehî û hîndekariya Kurdî di her astê û di her branşê de mîsoger bikin"
Tekdemir diyar kir ku plansaziya lidarxistina sempozyumeke navdewletî ya bi sernavê "Tecrûbeya Perwerdehiya Kurdî li Tirkiyeyê" tê kirin; destpêkirina dersa bijarte ya Kurdî li lîseyan û vekirina beşa lîsansê ya Kurdî li Zanîngeha Wan Yüzüncü Yılê di nav armancên wan ên pêşîn de ne û weha got:
"Amadekariyên sempozyuma navdewletî ya ku dê ji aliyê sendikaya me ve bi navê 'Tecrûbeya Perwerdehiya Kurdî li Tirkiyeyê' bête lidarxistin berdewam dikin. Destpêkirina dersa bijarte ya Kurdî li lîseyan û vekirina beşa Kurdî ji bo perwerdehiya lîsansê li Zanîngeha Wan Yüzüncü Yılê di nav armancên me yên pêşîn de ne. Zêdekirina kontenjanên heyî yên li 5 zanîngehan ku ji bo Kurmancî bibe 50 û ji bo Zazakî bibe 30 di nav pêşniyarên me de ye. Ev rênasî (sererastkirin) dê bibe sedem ku di salê de 400 mamosteyên Kurdî werin gihandin. Niha perwerdehiya lîsansê bi 197 kontenjanên heyî berdewam dike.
Eşkere ye ku avantajên pedagojîk, akademîk û pîşeyî yên perwerdehiya Kurdî dê tevkariyên girîng li geşedana welatê me bikin. Ji bo vê armancê, em ê di nav sînorên Rêziknameya Dersên Bijarte de danasîna dersê berdewam bikin. Em dixwazin diyar bikin ku her çend dersên bijarte ji bo perwerdehî û hîndekariya Kurdî ne bes bin jî, gihaneke (gaveke) girîng in; em armanc dikin ku vê xebatê belav bikin û bikaranîna perwerdehî û hîndekariya Kurdî di her astê û di her branşê de mîsoger bikin."
"Cihgirtina Kurdî ya bi rengekî bihêztir di jiyana perwerdehiyê de dê tevkariyê li yekbûna civakî bike"
Tekdemir cih da van îfadeyan: "Kurdî, hafize û dewlemendiya çandî ya vê cografyayê ye. Zanistên perwerdehiyê yên hevçerx (modern) derdixin holê ku piralîzimanî (çendzimanî) nermbûna zanînî û şiyana çareserkirina pirsgirêkan di nav kesan de zêde dike. Jiyandina zimanekî; tê wateya parastina çand, dîrok û hafizeya hevpar a civakî ya wan mirovên ku bi wî zimanî diaxivin. Cihgirtina Kurdî ya bi rengekî bihêztir di jiyana perwerdehiyê de; dê tevkariyê li parastina cihêrengiya çandî, wekheviya fersendan a di perwerdehiyê de û yekbûna civakî bike. Wekî ku Serokkomarê me Birêz Recep Tayyip Erdoğan bi rengekî wecîz diyar kiriye: 'Gelekî ku zimanê xwe winda bike; hafize û baweriya xwe winda dike.' Daxwaz heye, pêdiviya pedagojîk li ber çavan e. Niha dema wê ye ku ev daxwaz di polîtîkayên perwerdehiyê de bersiveke bihêztir bibîne."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.