1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Bangledeşê fealîyetên sazîyên ku ji Arakanîyan re alîkarî dikirin qedexe kir
Bangledeşê fealîyetên sazîyên ku ji Arakanîyan re alîkarî dikirin qedexe kir

Bangledeşê fealîyetên sazîyên ku ji Arakanîyan re alîkarî dikirin qedexe kir

Dewleta Bangledeşêfealîyetên 41 sazîyên alîkarîyê yên ku ji Arakanîyan re alîkarî dikirin bi hinceta kudestekê didin çalakîyên ku ji bo dijberîya şandina mecbûrî ya Arakanîyan, qedexe kir.

A+A-

Hat ragihandin dewleta Bangledeşê fealîyetên 41 sazîyên alîkarîyê yên ku ji Arakanîyan re alîkarî dikirin bi hinceta ku  destekê didin çalakîyên ku ji bo dijberîya şandina mecbûrî ya Arakanîyan, qedexe kir.

Hikûmeta Bangledeşê bi xebatên ku dike Mislimanên Arakanî yên ku ji zilm û zordarîya artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst hîcretî Bangledeşê kirine, dixwaze bi zorê bişîne Myanmarê. Ji ber vê yekê ji bo ev qerar bê betalkirin xwepêşan dihatin lidarxistin ku hikûmeta Bangledeşê van xwepêşanên ku tên lidarxistin ji xwe re kir hincet xebatên 41 sazîyên alîkarîyê yên ku li Bangledeşê ji bo Mislimanên Arakanî alîkarîyê dikir qedexe kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hikûmetê talîmat daye bankayan da ku fealîyetên van sazîyan bi temametî bên rawestandin.

Mislimanên Arakanî yên ku ji zilm û wehşeta çeteyên Budîst û artêşa Myanmarê hîcret kirine derbarê mijarê de diyar dikin, ew ji ber zilm û qetlîaman hatine van deran, ger ew bên şandin Myanmarê ew ê heman zilm û qetlîam berdewam bikin.

Hikûmeta Bangledeşê vê heqîqetê dizane, lê belê dîsa dest bi xebatan kiriye da ku Mislimanên Arakanî bên şandin Myanmarê.

Ji ber zilm û wehşeta artêşa Mynamarê û çeteyên Budîst a ku di sala 2017an de li hember Mislimanên Rohîngyayî hatibû destpêkirin, zêdetirî 700 hezar Mislimanên Rohîngyayî hîcretî Bangledeşê kiribûn. Hikûmeta Bangledeşê di vê pêvajoya derbasbûyî de nêzî 22 hezar Mislimanên Rohîngyayî şandin Myanmarê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.