Baregaha Barzanî ji bo xelkê Kurdistanê peyameke serxweşîyê weşand

Baregaha Barzanî ji bo xelkê Kurdistanê peyameke serxweşîyê weşand

Ji teref Baregaha Mesud Barzanî ve derheqê erdheja ku doh êvarî li Xarpêtê pêk hat û tê de gelek kes canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn de peyameke serxweşîyê hat weşandin.

Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin ew ji ber geşedanên ku pêk hatine xemgîn in û dû re wiha hat gotin: “ Bi mixabiniyeke mezin şeva borî di encama erdhejeke dijwar a ku li Bakurê Kurdistanê û navçeyên Kurdnişîn ên Tirkiyê pêk hat de hejmarek ji welatiyan canê xwe ji dest dan û hejmareke mezin jî birîndar bûne.

Serxweşî û hevxemîya xwe ji kesûkarên wê rûdana diltezîne re radigihînin û xwe bi hevbeşê xema wan dizanin û hêviya şîfayê jî ji birîndaran re dixwazin.

Hêvîdar in di zûtirîn dem de hawarhatin û hevkariyên pêwîst bigihin kesên bûyer bi serê wan de hatiye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.