Bavê mehkûmê Yûsifî di qezayê de wefat kir

Bavê mehkûmê Yûsifî di qezayê de wefat kir

Bavê Comert Yorgunê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de ye di qezaya trafîkê ya ku pêk hat de wefat kir.

Hat ragihandin bavê Comert Yorgunê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de ye dema ku dikir derbasî wî alîyê rê bibe wesayîtê lê da û wefat kir.

Qeza derdora seat 07.30an de li ser Rêbeja Wan-Erdîşê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Mîrza Yorgunê bavê Comert Yogun e dema ku  ji karê nobedarîyê vedigeriya mala xwe dema ku kir derbasî wî alîyê rê bibe wesayîteke ku plaqeya wê nehat hînbûn lê dan.

Piştî ku bi qezayê hat hisîn re yekîneyên tenduristîyê hatin cihê qezayê û Yorgunê birîndar rakirin nexweşxanê, lê digel temamê midaxeleyan Yorgun wefat kir.

Rasîm Sayginê Serokê Bajêra Wanê ê HUDA PARê ye derbarê mijarê de diyar kir ew li benda raporta mirinê da ku ji dozgerîyê bişîna da ku lawê Mîrza Yorgun ê ku Yûsufî ye beşdarî taziya bavê xwe bibe.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.