Bavê Yusufî Comert Yorgun hat definkirin
Mîrza Yorgunê bavê Comert Yorgun ê ku doh wesayîtê lê da û wefat ji teref hezkirîyên xwe ve hat definkirin.
Mîrza Yorgunê ku wek nobedarê şevê li derekê dixebitî doh dema ku diçû mala xwe wesayîtê lê da û wefat kir. Mîrza Yorgunê bavê Comert Yorgunîyê Yûsifî bû piştî nimêja cinazê ya ku li Mizgefta Zanîngeha Yuzuncîyilê hat edakirin kirin re ji teref hezkirî û naskirîyên we ve hat definkirin.
Mela Evdirrehîm Tîmurtaşê ji rîspîyên herêmê beşdarî merasîmê cinazê bû û di merasîmê de axavtinekê kir. Tîmurtaş di axavtina xwe de diyar kir dinya îmtîhanek e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çawa ku em bo îmtîhanên dinyevî dixebitin da ku em notên baş bistînin bi heman awayî em ê bo heyata axretê jî bixebitin û notên xwe zêde bikin. Birayê Mîrza yê ku îro rehmet kir li dinyayê bo notên baş gelekî xebitî û înşallah çû beramberê wan ango mukafatên wan bistîne. Ew bi wî lawê xwe yê bi salan di girtîgehê de tê girtin hat îmtîhankirin û bedelên giran da û ji vê dinyayê koç kir. Wî dixwast ku berî ji vê dinyayê koç bike lawê xwe hemêz bike, lê zilm lê kirin û bûn asteng. Belê tiştên ku dixwast li vê dinyayê jê re nebû nesîb. Encax me îman anîye ku Xweda wan tiştên ku bes bo Wî hatine kirin bêberamber nahêle û ew ê teqez li exretê bide. Bila ev yek bo me bibeibret. Em hemû hatin dinyayê û dijîn û dema ku wextê wê hat em ê biçin. Rebbê me, berê me ji wê rêya rasta a ku Ew rast dizane veneqetîne.”
Hat ragihandin ji ber ku hêj bersivek bo serîlêdana ku hatiye kirin nehatiye dayîn Comert Yorgun beşdarî tazîyeya bavê xwe nebûye.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.