Bebeka 5-6 rojî hat avêtin hewşa avahîyeke hilweşîyayî
Li Sêrtê bebeka ku hêj 5-6 rojî bû li hewşa avahîyeke hilweşîyayî hat dîtin.
Li Taxa Aştîya girêdayê navenda Sêrtê şênîyên taxê dengê girîna bebekeke 5-6 rojî ya ku li hewşa avahîyeke kavil bû bihîstin û xeber dan polês û ambûlansê.
Yekîneyên tenduristîyê mudaxeleya ewil li cihê bûyerê li bebekê kirin û destnîşan kirin hêj navika wî neketiye. Bebek hat birin nexweşxaneya zarokan û niha rewşa wî baş e.
Ji bo bê tespîtkirin ka kî/ê bebekê danîye hewşê xebat hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.