Berdevkê AK Partîyê: Em daxwaz dikin ku 6 welatîyên me demildest bên berdan

Berdevkê AK Partîyê: Em daxwaz dikin ku 6 welatîyên me demildest bên berdan

Omer Çelîkê Berdevkê AK Partîyê ji bo welatîyên Tirkîyê yên ku li Lîbyayê ji teref hêzên General Xelîfe Hafter ve hatin desteserkirin de daxuyanî da û destnîlşan kir “Em daxwaz dikin ku 6 welatîyên me demildest bên berdan.”

Li Lîbyayê 6 kesên ku welatîyên Tirkîyê ne ji teref hêzên ku girêdayê General Xelîfe Hafter in ve hatin desteserkirin. Derbarê vê mijarê de ji teref Omer Çelîkê Berdevkê AK Partîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Çelîk di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “ Ew mîlîsên ku li Lîbyayê girêdayê General Xelîfe Hafter in hereketên xwe yên bêqanûn didomînin. 6 welatîyên me bi rûhê heydûtan hatin girtin. Em daxwaz dikin ku 6 welatîyên me demildest bên berdan.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.