Berpirsîyarên bobelata li Misûlê hatin girtin
Mesûlên bobelata keştîyê ya ku li Misûlê pêk hat û tê de herî kên 120 kes jiyana xwe jidest dan hatin girtin.
Hat ragihandin mesûlên bobelata keştîyê ya ku li Misûlê pêk hat û tê de herî kên 120 kes jiyana xwe ji dest dan hatin girtin.
Berî vê 2 heftîyan li Misûlê di Çemê Dîcleyê de keştîyek wergerîyabû û herî kêm 120 kes jiyana xwe ji dest dabûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin asayîşa Hewlêrê xwedîyê girava geştyarî û lawê wî binçav kirin. Midûrê Hêzên Asayîşa Hewlêrê Dr. Tariq Nûrî derbarê mijarê de wiha axivî: “Ubeyd Îbrahîm Elîyê xwedîyê girava geştyarî û lawê wî Aryan Ubeyd Îbrahîm hatin girtin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.