“Bes bi gotinê îsraîl qehr nabe”

“Bes bi gotinê îsraîl qehr nabe”

Li dijî qetlîama ku ji teref siyonîstên îşxalker ve li Filistînê hat kirin û li dijî veguhastina balyozxaneya Amerîka ya li Tel Avîvê bo Qudsê reaksîyon berdewam in.

Girseya ku li Taksîma Stenbolê kom bû û bo balan bikşînin li ser qetlîama ku tê kirin meşek li dar xistlin. Piştî meşê axavtina hatin kirin.

Serokê Bajêra Stenbolê yê AGDê Alî Ugur Bulut di axavtina xwe ya ku derbarê mijarê kir de destnîşan kir “Birayên min! Ez dizanim ku kezaba we tevekan dişewite.” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em hemû dibêjin ku qehir bibe îsraîl; encax ev îsraîlê terorîst ji çek û zextê pê ve tiştekî fêm nake. Weke ku rehmetlî Erbakan gotiye ‘Ger li dijî îsraîl çek û zext neyê bikaranîn ne mimkûn e ji heqê îsraîl bê derketin.’ Birayên min!  Heta ku li gor Qur’an û sunnetê neyê tevgerîn û Bes bi gotinê îsraîl qehir nabe.”

Serokê Giştî yê ÎHHyê Bulent Yildirim jî di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir Mislimanên Filistînî şehîdan didin û bi xwîna xwe Mescîda Eqsa û axên Filistînê peşko peşko av didin.

ÎLKHA






























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.