Beşeke avahîya metrûk hilweşîya: 3 zarok birîndar bûn
Li Sêrtê ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn beşeke avahîya metrûk hilweşîya, di encama hilweşînê de 3 zarok birîndar bûn.
Hat ragihandin li Sêrtê ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn beşeke avahîya metrûk hilweşîya, di encama bûyera ku li ser Kolana Abdurrahman Kavak pêk hat de 3 zarok di bin avahîyê de man û birîndar bûn.
Bûyer doh derdora seat 16.00an de li ser Kolana Abdurrahman Kavak pêk hat. Piştî hilweşînê yekîneyên rizgerkirin û lêgerînê hatin sewqkirin cihê bûyerê. Di encama lêgerîna ku hat kirin de 3 zarokên bi navê Ekrem Yildirim(10), Mustafa Sezgîn(11) û mucahîd Yildirim(11) ji bin avahîya ku di ser wan de ketibûn hatin derxistin.
Zarokên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û rewşa wan niha baş e.
Polêsan derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin. Walîyê Sêrtê jî zarokên birîndar li nexweşxanê ziyaret kir.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.