Beşîktaş dernakeve pêşbirka dê bi Fenerbahçe re bê lêystin

Beşîktaş dernakeve pêşbirka dê bi Fenerbahçe re bê lêystin

Piştî Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê di warê pêşbirka Fenerbahçe û Beşîktaş de biryara ji cîyê mayî de dewamkirinê da Kuluba Beşîktaş biryar da ku ewê dernakevin qadê .

Kuluba Beşîktaş îfade kir ku ewê dernekevin maça Fenerbahçe û Beşîktaş ya Kupaya Ziraetê ya Tikîyeyê a ku hatibû tehtîlkirin.  

Daxuyanîya ku ji teref Kuluba Beşîktaş ve hat kirin de cîh hat dayîn van agahîyan: “Pîştî ku me bi şêwirmendên camîa xwe û Endamê Şêwrê yê Dîwanê re komcivîn kir li hember vê biryara bê hiqûqî li ser navê em perteka xwe nîşan bide em dernekevin pêşbirka ku biryar hatibû dayîn ewê di 3yê Gulanê roja Pêncşemê bê leystin. Bi vê biryayê emê dengê alîgirên Beşîktaş û sekna wan ya vaqûr bidin nîşandan.”

Heger Beşîktaş dernekeve pêşbirkê dê hikmen mexlûb bê qebûlkirin, sala were dê nikarime beşdarî Kupaya Ziraetê ya Tikîyeyê bibe û îsal jî dê ji temamê mafên bi dest xistîye mehrûm bê hiştin.

Di lêpirsîna pêşbirkê de 3 kes hatin girtin

Li hêla din di çarçoveya pêşbirka Kupaya Ziraetê ya Tikîyeyê ya ku di navbera Fenerbahçe û Beşîktaş de hat lîstîn de 5 kesên hatibûn sewqkirinî mehkemê jê 3 kes hatin girtin. Di warê 15 kesan de bi şertê kontrola edlî biryara tehlîyê hat dayîn.

Bi vî awayî di çarçoveya lêpirsînê de 3 kes hatin girtin, 5 kes li sewcîtîyê û 17 kes jî li mehkemê bi tevahî 22 gumanbar serbest hatin berdan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.