Bi seatan qebra qîza hembêz kir û rondik barand

Bi seatan qebra qîza hembêz kir û rondik barand

Dê Şikran Aydemîr û naskirîyên wê çûn li ser qebra Leyla Aydemîra ku berî vê çend rojan li gundê Bezirxaneya Agirîyê hat definkirin.

Leyla Aydemîra 4 salî ya ku roja ewil a eydê winda bû û 18 rojan jê xeber nehat standin li ber kevîya çem mirî hatibû dîtin û berî vê çend rojan li gundê ku lê winda bûbû hatibû definkirin. Dê Şikran Aydemîra dilşewat û naskirîyên wê pêkve çûn li ser qebra qîza xwe ya ku hat definkirin.

Dê Şikran bi seatan qebra qîza hembêz kir û rondikan bo qîza xwe barand. Her wisa xaltîya Leyla Aydemîr jî ji êş û elama xwarzîya xwe bêhiş ket.

Dê Şikran bi Kurdî loband û digel naskirîyên xwe li ser qebrê hêstiran barandin. Feryad û fîxana dê û naskirîyên wê kezeban şewitand.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.