Bi sedan sîyonîst êrîşî Mescîd-î Eqsayê kirin

Bi sedan sîyonîst êrîşî Mescîd-î Eqsayê kirin

Çeteyên sîyonîstên îşxalker bi artêşa sîyonîst re êrîşî Mescîd-î Eqsayê kirin.

Hat îfadekirin ku ji ber bi sedan çeteyên sîyonîst bi alîkarîya artêşa îşxalker êrîşî Mescîd-î Eqsayê kirin, li Mescîd-î Eqsayê rageşî derket.  

Berpirsîyarê bi Gel re Eleqedar yê Daîreya Weqfên Îslamî yên li Qudsê Fîras Ed-Dîbs îfade kir ku derdora hezar çeteyên sîyonîst bi piştgîrîya artêşa sîyonîst êrîşî Mescîd-î Eqsayê kirîye û li nêzîkî Derîyê Er-Rahman ayîn kirine.

Hat îfadekirin ku ji gruba Hahamê fanatîk Yahûda Glîck yê ku di 1996an  êrîşa bombeyî li Mescîd-î Eqsayî rastkirîye jî kes di nava êrîşkeran de hebûn.

Hat destnîşankirin  ku îşxalkerên sîyonîst li qada dîwarê Bûraq (Dîwarê Girî) kom bûne û çalakiyê meşê li dar xistine.

Hat îfadekirin ku grûbên nijadî û aktîvîstên Îslamî li hember êrîşên çeteyên sîyonîst xwestin ku li Mescîd-î Eqsayê nobet bê girtin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.