Bi sedan wesayît dizîn û parçe kirin
Di operasyona ku navenda wê Entabê bû û li 5 bajêran hat lidarxistin de 4 kesên şikdar ên ku 305 wesayît dizîbûn û parçe parçe kiribûn hatin binçavkirin.
Hat ragihandin li dijî dizên wesayîtan li 5 bajêran operasyon hat lidarxistin. Di operasyona ku navenda wê Entabê bû û li 5 bajêran hat lidarxistin de 4 kesên şikdar ên ku 305 wesayît dizîbûn û parçe parçe kiribûn hatin binçavkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Entabê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin piştî teqîba ku 3 mehan berdewam kir re Entabê navend li 5 bajêran li dijî dizên wesayîtan operasyon hat lidarxistin û di encama operasyonan de 4 kesên bi navê C.O, U.S, A.G. û M.Y.K yên ku 305 wesayît dizîbûn û parçe kiribûn hatin binçavkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.