Bi tonan materyalên sexte yên paqijîyê hatin bidestxistin
Li Tûşbaya navçeya Wanê di depoyekê de lêgerîn hat kirin di emcama lêgerînên hatin kirin de bi tonan materyalên paqişîyê yên sexte hatin bidestxistin.
Li Sîteya Hûbûbatê ya Tûşbaya navçeya Wanê di kargehekê de bi awayên qaçax materyalên paqijî û şampûanên sexte dihat çêkirin. Piştî xeber hat wergirtin ekîbên zabita yên Şaredarîya Bajarê Mezin ya Wanê derbarê mijarê de xebat dan destpêkirin.
Di xebatên hatin kirin de ekîbên zabita gelek malzemeyên tendirustîya însanan dixe bin talûk yên sexte bi dest xist.
Derbarê materyalên sexte yên ku hatin bidestxistin Serokê Daîreya Zabita yê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Wanê Osman Sevînç, derbarê sextekarîyê de agahî da û wiha got: “Me tesbit kir ku li vir tiştên ku em di malên xwe de pê paqijîya xwe dikin bi awayên sexte tên çêkirin. Di vî warî de em jî wek ekîbên şaredarîyê yên zabita em xebatên xwe bê navber dewam dikin. Rewşa li vir facîaye. Ev tiştê hatiye kirin terorîya tendirustîyê ye. Midûrîya Ewlehîyê ya navçeyê jî întîkalî vir kirin. Ewê ji tehqîqatên yên hewceye bikin. Ev tiştên li vir di malê me tevan de heye, ev tiştekî zaf xemgînî ye. Emê xebatên xwe bê navber bidomînin. Di vî warî de talîmatê Walîyê Wanê Mûrat Zorlû heye. Li hember sextekaran tu îmkan û derfet dê neyê dayîn. Li vir şampûanên zarokan û materyalên şexsî yên paqijîyê henin. Li vir temamê sexteyên marqa tên derxistin. Di vî warî de xebatên me dê bê navber dewam bike.”
Opersyona ku Emnîyeta Tuşmayê jî beşdar bû kesên îmalata sexte dikirin ji cîyê bûyerê revîyan û nehatin girtin.
Ekîbên Ewlehî û zabita derbarê bûyerê de lîpirsîneke berfireh dan destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.