Bi vê êrîşa ku hat kirin dijmintîya Îslamê derket asta qetlîama girseyî
Erdogan derbarê qetlîama ku li New Zelandê hat kirin de destnîşan kir “Bi vê êrîşa ku hat kirin dijmintîya Îslamê derket asta qetlîama girseyî.”
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di merasîma cenazê ya ku Zanîngeha Galatasaray hat tertîpkirin de derbarê qetlîama ku li New Zelandê hat kirin de nirxandinan kir.
Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de êrîşa ku hatiye kirin şermezar kir û diyar kir “ Ev bû demek ku li tevahîya cîhanê ew dijmintîya li hember Îslamê tê temaşekirin û hetta ji vê dijmintîyê re teşwîq tê kirin ku bi vê êrîşa ku hat kirin dijmintîya Îslamê derket asta qetlîama girseyî. Wisa xuya dike ku ev êrîş bi şikleke plankirî di wextê fireh de hatiye kirin ku ji ber vê yekê divê bê zanîn ku ev êrîş ji nişka ve nehatiye kirin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.