Bihayê kirîna silkan hat eşkerekirin
Serokwezîr Yildirim, îfade kir ku me "Di sala 2018an de me bihayê kirîna silkan wek 2 lîre û 35 qurûşan tayîn kir”.
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Amasyayê di merasîma fitarî û vekirina Tunêla Ferhat de axivî û bihayê kirîna silkan eşkere kir.
“Ji sedî 12 zêdebûyîn”
Serokwezîr di berdewama axavtina xwe de wiha got: “Li vir ji kesên hilberîna pincarê şekir dikin re agahî û mizgînîyek min heye. Ez vê yekê cara ewil ji Amasya eşkere dikim. Di sala 2018an de me bihayê kirîna silkan wek 2 lîre û 35 qurûş tayîn kir. Ser xêrê be. Sala berê bihayê kirîna silkan 2 lîre û 10 quruş bû. Ev tê wateya ji sedî 12 zêdebûnê. Ez hêvî dikim kû ev salê ji bo welatîyên me yên hilberîna silkan dikin bibe saleke bi xêr û bereket.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.