Bila keda cotkaran heba nebe
Cotkarên ku ji bihaya pembû gazinan kirin destnîşan kirin ji ber zêdebûna heqê gubre, derman û mazotê keda cotkaran heba nebe.
Li Hîlwana Rihayê berhevkirina pembû berdewam dike. Cotkaran Hilwanî diyar kirin îsal rekolteya pembû baş e, lê belê bihaya pembû hindik e
Cotkarê bi navê Sînan Gul ê ku ji biçûkayîya xwe ve karê çandinîyê dike destnîşan kir cotkarên ku pembû çandine li gorî sala borî zirareke mezin kirine.
Gul di berdewama axavtina xwe balan kişand li ser zêdebûna dolarê û wiha got: “Sala borî şûşeya dermanê 15 lîre bû, lê îsal ji ber dolarç bû 115 TL. Gubre 1.20 TL bû, îsal bû 3 TL. Me sala çûyî pembû bi 2,65 TLyan firot,lê belê îsal bi 2,75 TLyan firot. Em ji bihayan gilîdar in. Di ser van tiştan de TEDAŞ jî heye. TEDAŞ sala borî serê bîreke avê 16-17 hezar TL heqê ceyranê ji me dixwast, ev heq îsal bûye 40 hezar TL. Em hisab dikin. Lê ger ez traktor û mala xwe jî bifiroşim dîsa jî heqê mesrefê dernayê.Mehsûl baş e, lê belê pere nake.”
“Ji sedî 90ê dermanan sexte ye”
Gul di berdewama axavtina xwe de diyar kir dermana ku ew berî niha bi 1.20 TLyan dikirîn piştî ku paleyîya pembû xelas bû re bûye 40 qûriş û dû re wiha got: “Ez ê vê dermanê niha li kû derê bi kar bînim. Ji bo riza Xwedê, bila dewlet dest bavêje van kesên niyet xirab. Li herêma me ji sedî 90ê dermanan sexte ye. Min ji Edenê derman da anîn. Him erzan bû û him jî fêda wê li pembû bû. Gubre 3 TL, mazot 6.30 TL, dermankirin li serê 25 donimê milyarek û 100 TL ye. Em çar caran pembû derman dikin. Heqê hemû tiştî zêde bû. Heqê karkerîyê jî zêde bû. Bila zêde bibe. Lewra zilam heta êvarî bi 50 TLyan dixebite û nikare kîloyek goştê sor bibe mala xwe. Niha divîyabû kîloya vê pembûyê bûba 3 TL û 50 qirûş. Lê belê dewlet daxistiye 2,70 TLyan. 3.50 TL bana dê me xelas bikira. Em deyndar derneyên besî me ye.”
“Dolar ket, lê çima bihayê tiştên ku zêde bûne kêm nabe”
Gul di dawîya axavtina xwe de diyar kir bila dewlet wan kesên ku keysperestîyê dikin asteng bike û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Heqê dermanê berê 280 TL bû, lê niha bûye hezar û 100 TL. Dibêjin sedema wê zêdebûna dolarê ye. Dolar ket, lê çima bihayê tiştên ku zêde bûne hûn kêm nakin? Ger dermanên wan a baş be û ne sexte be dilê meriv naşewite… Derheqê dermanan de tu kontrol tune ye. Tu derman distînî, tu lê dinêrî di bin etîketê de etîketeke din derdikeve. Hemû kes vê yekê dizane. Em heqê xwe li wan helal nakin. Hizûr ji me re nemaye. Ez 5 zarokan didim xwendin û em tevde 11 nefs in. Ez ji dewletê dixwazim ku li ser vê meselê biraweste û destekê bide me. Bila keda cotkaran heba nebe. Exlebeyê kesên ku li vê derê cotkarîyê dikin bi nîvî nivî erdan diçinin. Ango erd ne ên wan bi xwe ye. Xwedîyê erdan jî zirarê dikin. Êdî em nizanin çi bikin. Ji xwe hemû tişt li ber çavan e.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.