Bila qanûna bahîsê demildest paşve bê kişandin

Bila qanûna bahîsê demildest paşve bê kişandin

Serokê Şaxa Entabê yê Cemîyeta MustazafanEkrem Kaplanê ku ji qanûna bahîsê ya ku pê ji qumarê re teşwîq tê kirin re bertek nîşan da destnîşan kir ew dixwazin ku qanûna bahîsê demildest bi paşve bê kişandin.

Qanûna ku derbarê Qanûna Bahîsê de di nav xwe de hinek verastkirinan dihewand li meclîsê hat qebûlkirin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Qanûn piştî ku di rojnameya fermî de hat weşandin re êdî ket meriyetê. Serokê Şaxa Entabê yê Cemîyeta Mustazafan  Ekrem Kaplanê ku ji qanûna bahîsê ya ku pê ji qumarê re teşwîq tê kirin re bertek nîşan da destnîşan kir ew dixwazin ku qanûna bahîsê demildest bi paşve bê kişandin.

Kaplanê ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir destnîşan kir qumar bi destê dewletê di bin navê “girtina pêşîya bahîsa dereqanûnî” de tê balkêştir kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelek zêde zirarên qumarê ji civakê re heye. Divê neyê jibîrkirin tiştekî ku ji teref Îslamê ve hatiye qedexekirin tu xêra wê tuneye. Mixabin ew gunahên ku ji teref Îslamê ve hatine qedexekirin bi destê dewletê tên belavkirin ku ji ber vê yekê em bi îfsatkirina civakê û windakirina neslê re rûbirû mane.”

 “Bila qanûna bahîsê demildest paşve bê kişandin”

Kaplan di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê ew qanûna bahîsê demildest bi paşve bê kişandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bila qanûna bahîsê demildest paşve bê kişandin. Ji bilî vê jî, em dixwazin temamê tiştên ku pêwendîya wan bi qumarê re hene jî ji holê bên rakirin û dawî li bê anîn. Ev qanûn li welatekî ku xelkê wê Misliman be nayê. Ev yek bi destê kesên ku ji xwe re dibêjin ‘Em di dîroka Cumhurîyetê de hikûmeta herî dîndar in.’ Ev yek bi destên wan tê kirin ku ev yek me xemgîn dike.Divê demildest ev qanûnên ku civakê ber bi îfsadê ve dibin, malan xera dikin, însanan ber bi cehennemê ve dibin bi paşve bên kişandin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.