1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Çalakîya 54 malbatên ku zarokên xwe dixwazin di roja 37emîn de berdewam dike
Çalakîya 54 malbatên ku zarokên xwe dixwazin di roja 37emîn de berdewam dike

Çalakîya 54 malbatên ku zarokên xwe dixwazin di roja 37emîn de berdewam dike

54 dê û bavên ku zarokên wan ji teref HDPê ve hatine xapandin û hatine şandin çiyê nobeda xwe ya li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê di roja 37mîn de didomînin.

A+A-

Hat ragihandin dê û bavên ku zarokên wan ji teref HDPê ve hatine xapandin û hatine şandin çiyê nobeda xwe ya li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê di roja 37emîn de didomînin.

Di 21ê Tebaxê de dayika bi navê Hacîre Akara ku digot lawê wê yê bi navê Mehmet Akar ji teref PKKê  ve hatiye revandin li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakî dabû destpêkirin û lawê wê piştî 3 rojan lê vegerîyabû. Malbatên din ên ku zarokên wan ji teref PKK/HDPê ve hatine revandin çav li Hacîre Akar kirin û li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê ji bo zarokên xwe dan destpêkirin ku ev çalakî îro ket roja 37emîn.

Malbat her çi qas ji teref HDPyîyan ve gef li wan bê xwarin jî terka Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê nakin û ji bo zarokên xwe nobeda xwe didomînin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.