Çalakîya dayikan a li ber avahîya HDPê berdewam dike

Çalakîya dayikan a li ber avahîya HDPê berdewam dike

Malbatên ku diyar dikin zarokên wan ji teref HDP/PKKê ve hatine revandin li serê çiyê di roja 5emîn de çalakîya xwe didomînin.

Dê û bavên ku diyar dikin zarokên wan ji teref HDP/PKKê ve hatine revandin li serê çiyê, di roja 5emîn de çalakîya xwe ya li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê didomînin.

Çalakîya ku bi malbateke li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê dest pê kir bi beşdabûna 10 malbatên din di roja 5emîn de jî berdewam dike.

Malbatên ku çalakîya xwe didomînin dibêjin heta ku lawên wan neyên ew ê dawî li vê çalakîyê neyênin.

Çalakîyên rûniştinê bi Hacîre Akara ku lawê wê hatibû revandin dest pê kiribûn, di encama çalakîya ku ji teref Hacîre Akar ve hatibû destpêkirin encam dabû û lawê wê lê vegerîyabû.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.