Çalakîya malbatên ku zarokên wan hatin revandin çiyê berdewam dike

Çalakîya malbatên ku zarokên wan hatin revandin çiyê berdewam dike

Malbatên ku liDiyarbekirê li hev kom bûn û dibêjin zarokên wan hatine revandin li serê çiyê çalakîya xwe ya li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê di roja 11emîn de didomînin.

Dê û bavên ku zarokên wan hatine revandin vê şeveqê dîsa li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê dest bi çalakîya xwe ya rûniştinê kirin.

Îro dê û bavê bi navê Şevket û Fatman Bîngol ji Stenbolê beşdarî çalakîyê bûn. Malbata dilbikûl destnîşan kir, lawên wan ê bi navê Tuncay dema ku 14 salî bû li Arnavutkoya Stenbolê hatiye xapandin û ji teref PKKê ve hatiye revandin li serê çiyê.

26 malbatên ku zarokên wan hatiye revandin li serê çiyê destnîşan dikin, heta ku zarokên wan li wan bên vegerandin ew ê çalakîya xwe bidomînin.

Di meha tebaxê de dayika bi navê Hacîre Akara ku lawê wê hatibû revandin li ber avahîya HDPê çalakî dabû destpêkirin û çalakîya wê encam dabû û lawê wê lê vegerîyabû. Piştî vê bûyerê 26 malbatên ku zarokên wan hatibûn revandin li ber HDPê çalakî dan destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.