Çalakîya malbatên ku zarokên xwe dixwazin di 32emîn rojê de berdewam dike

Çalakîya malbatên ku zarokên xwe dixwazin di 32emîn rojê de berdewam dike

Dê û bavên ku zarokên wan ji teref HDPê ve hatine xapandin û hatine şandin çiyê nobeda xwe ya li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê di roja 32emîn de didomînin.

Hat ragihandin dê û bavên ku zarokên wan ji teref HDPê ve hatine xapandin û hatine şandin çiyê nobeda xwe ya li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê di roja 32emîn de didomînin.

Di 21ê Tebaxê de dayika bi navê Hacîre Akara ku digot lawê wê yê bi navê Mehmet Akar ji teref PKKê  ve hatiye revandin li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakî dabû destpêkirin û lawê wê piştî 3 rojan lê vegerîyabû. Malbatên din ên ku zarokên wan ji teref PKK/HDPê ve hatine revandin çav li Hacîre Akar kirin û li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê ji bo zarokên xwe dan destpêkirin ku ev çalakî îro ket roja 32emîn.

Hejmara malbatên ku beşdarî nobeda zarokên xwe bûne bi beşdarbûna malbeteke din a Êlihî tevde 51î. Malbat her çi qas ji teref HDPyîyan ve gef li wan bê xwarin jî terka Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê nakin û ji bo zarokên xwe nobeda xwe didomînin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler