Çavuşoglu: Em ne mecbûr in li gor mueyyîdeyên ku li Îranê tên sepandin hareket bikin

Çavuşoglu: Em ne mecbûr in li gor mueyyîdeyên ku li Îranê tên sepandin hareket bikin

Wezîrê Karên Derve Mehmet Çavuşoglu derbarê mueyyîdeyên ku li hember Îranê tên sepandin de destnîşan kir “Em ne mecbûr in li gor mueyyîdeyên ku li Îranê tên kirin hareket bikin. Em dijberê wan mueyyîdeyên ku li dijî Îranê tên sepandin in.”

Mehmet Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve piştî ziyareta ku li Azarbeycanê kir re, derbarê mueyyîdeyên ku li hember Îranê tên sepandin de daxuyanîyek da. Çavuşoglu di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de wiha got: “ Dixwaza bila Amerîka, dixwaze bila Îngîltere û dixwaze bila Yekîtîya Ewrûpa  be; em ne mecbir in li gor wan mueyyîdeyên ku li welatekî disepînin hereket bikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.