Çavuşoglu: Li Îdlîbê mudaxeleya leşkerî dê bibe sedema bobelatê
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir li herêma Îdlîba Sûrîyê zêdetirî 3 milyon kesên siwîl dijîn û ger mudaxeleyeke leşkerî li Îdlîbê bê kirin dê ev yek bibe sedema bobelatê.
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve li Moskovayê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin kir. Piştî hevdîtina ku hat kirin re Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu derbarê rewşa Sûrîyê de nirxandinan kir. Çavuşoglu di nirxandina ku kir de destnîşan kir “Bo me rêxistinên terorê tev wek hev in. Divê bi hemûyan re micadele bê kirin. Ji alîyê din ve ger mudaxeleyeke leşkerî li Îdlîbê bê kirin dê ev yek bibe sedema bobelatê.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.