Çavuşoglu û Kalin ji Netanyahu re bertek nîşan dan
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin ji daxuyanîya îlhaqa Şerîaya Rojava ya Netanyahu re bertek nîşan dan.
Netanyahuyê Serokwezîrê îsraîlê îşxalker û terorîst di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ger ew di hilbijartinan de bi ser keve ew ê wargehên li Şerîaya Rojava îlhaq bike.
Ji ber vê daxuyanîya Netanyahuyê Serokwezîrê îsraîlê îşxalker û terorîst, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin ji daxuyanîya îlhaqa Şerîaya Rojava ya Netanyahu re bertek nîşan dan.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu di daxuyanîya ku ji ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir “ Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxala îsraîl de ye axa Filistînê ye. Ew daxuyanîyên ku ji teref Netanyahu ve berîya hilbijartinan hatine kirin ew ê vê rastîyê neguherîne.”
Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin jî di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de wiha got: “ Netanyahû bi vê daxuyanîya xwe dixwaze îşxala ku ji teref wan ve hatiye kirin meşrû bike û zirarê bide çareserîya bi du dewletî. Gelo Netanyahu cardin bê hilbijartin ew ê ev yek bibe zafera demokrasî ye yan zafera îşxalê? Gelo ew ê demokrasîyên Rojavayî ji vê yekê re bertek nîşan bidin an ew ê ji hêsankirinê re berdewam bikin? Xwelî li serê tevekan be.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.