Çekên giran ji Îdlîbê hatin vekişandin

Çekên giran ji Îdlîbê hatin vekişandin

Komên çekdar ên dijberê rejîma Sûrîyê ji wê herêma bêçekdar a ku dê li Îdlîbê bê damezrandin çekên giran vekişandin.

Di bergeha mutabaqata Îdlîbê ya ku di navbera Tirkîye û Rûsyayê de ji bo êrîşên rejîma Sûrîyê yên li ser Îdlîbê de bên astengkirin hatibû îmzakirin de, komên çekdar ên dijberê rejîma Sûrîyê ji wê herêma bêçekdar a ku dê li Îdlîbê bê damezrandin çekên giran vekişandin. Di nav wan çekên giran de hawan, top, tank û  rampayên mûşekan hene.

Derbarê mijarê de Çavdêrxaneya Mafên Însanan a Sûrîyê ya ku navenda wê li Londrayê ye daxuyanîyek da û destnîşan kir vekişîn berî vê 3 rojan dest pê kir û çekên giran ji bakurê Hamayê û ji rojhilata Îdlîbê hatin vekişandin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.