Çend Peyv Li Ser Zimanê Kurdî

Çend Peyv Li Ser Zimanê Kurdî

Ziman, nî’metek Rebbê ‘alemê (c.c) ye. Em bawer dikin roja wî Rebbê mezin, bavê me Adem, xuliqandîye, wekî di Quran a Kerîm de gotiye:

Ziman, nî’metek Rebbê ‘alemê (c.c) ye. Em bawer dikin roja wî Rebbê mezin, bavê me Adem, xuliqandîye, wekî di Quran a Kerîm de gotiye: وَعَلَّمَ آدَمَ الأَسْمَاء كُلَّهَا (Suretê Beqere, 31)  navê hemî tiştî bi wî daye zanîn. Wê rojê serkaniya çiqa zimanê heyî, weke imkaneke ji bo ku însan xelîfetiya xwe bîne cî li ser dinye, ketiya nav fêmkirina bavê me Adem. Û jê derbas bûye ewladên wî û heta îro hatiye. Ziman, di vê riya dirêj da gelek şikl standine û li gori qewma guherîye.

Ziman, mirêka(‘eyna) dil û hişê mirova ye. Em ji zimanê insan zanin ku însan, ji çi bawer dikin û ji çi hezdikin û ji çi nefret dikin. Bê çiqas kelîmê ji baweriya meriv di nav zimanê me de hebin ewê wî qasî zimanê me, me temsîl bike. Ji vî alî de ez bawer dikim ku dînê zimana heye. “Kurdîyekî Musluman” û “Kurdîyekî ne Musluman” mumkun e.

Sebebê meyla însana di derheqê “Zimanê millî” da hinekî ji da’wa qewmîyetê ye; ku piştî “Îhtîlala Fransiz” a di sala 1789a de ye. Ew îhtîlal, îhtîlaleke “Laîq” ê. Û bi ser navê dîn, çi di heyata însan de heye xwestiye însan jê dûr bike. We îhtilalê ziman jî li gorî îmkanê xwe ji istilahê dîn dûr kiriye. Wê fikrê hinek tesîr li ser ‘alema Îslamê jî kirîye. Û bûye sebebê ku hinek însan weke heyata xwe” ji “zimanê xwe” jî dîn dûr bikin.

Kurdê ku “Gramera Kurdî ya latînî” tenzim kirine pir di bin tesîra îhtilala Fransizî de mane. Û bi ğeyreteke ne tabi’î xwestine “Zimanê Kurdî” ji tesîra çanda Îslamê dûr bikin. Wek wê ğeyreta ku di nav qewmê din de jî heye.

Digel vêna sebebekî xasê Kurda jî heye: Ê ku xwestine Kurda ji çanda wan dûr bixin gotine: “Kurd ne qewmek in û serbixwe ne. Çunkî Kurdî ne zimanekî serbixwe ye. Bi tevlîheva Farisî, ‘Erebî û Tirkî çêbuye.” “Şêx Abdurrahmanê Axtepî” (rehma Xweda lê be) Sebebê nivîsîna şi’rên xwe ev gotina me go nîşandaye. Jiber vê yekê gotiye: “Ezê çend şi’ra binivîsînim da ku Tirk û ‘Ereb û Faris zanibin Kurdî zimanekî mezin e. Û ji bona zimanê wan bê qutkirin, da ku nema gotinek wilo bêjin.” Lê belê ev gotina hanê piştî wî jî berdewam e. Mîsalen, Qasim Begê xayin, ku Şêx Seîdê Pîran daye destê Romîya, di ifada xweyî li ber “İstiklal Mahkemesi” dibêje: “Xalid Begê Cibirî û Yusuf Ziya Beg ji min re behsa Kurdistanê kirin. Min ji wan re go: Ev tişt nabe. Zimanê Kurda tune. Eğer biserxwe bin jî ya wê bi İngilîzî, yan bi ‘Erebî, yan jî bi Farisî xeberdin. Ji bo wê heger hukumeteke Kurda çêbubana jî wê ew hukumet, hukumeta ya ‘Ereba yan jî Farisa bûna.” (Şevket Beysanoğlu, Diyarbakir Tarihi Cilt 3) Xuyaye ku wanê “Qasim” kirine xayîn ev tişt pê dane gotin. Çunkî evêya gotina resmî a dewleta Tirkî ye.

Kurd, pir di bin tesîra van nerastiya de mane. Û ji bo îspata ku Kurdî zimanekî bi serxwe ye ğeyreteke ne tabi’î kirine. Ji ber vê çiqas kelîmê ku di eslê xwe de Farisî yan jî ‘Erebî ne, ji nav zimanê Kurdî dixwazin bêne avêtin. Niha di çapemenîyê de Kurdîyeka ku ne tabi’î hatîya wicudê, heye. Ku em karin jê re bêjin “Kurdîya çêkirî”. Wek ku Tirk dibêjin: “Masa Türkçesi; yanî Tirkiya masê”. Em jî karin ji bona vê xebata ku li ser Kurdî hatiye kirin bêjin “Kurdîya masê, Kurdîya desta, Kurdîya fabrîqasyon”. Berya me Tirk li hember Farisî û ‘Erebî û pişt re li hember zimanê Ewrupaî di vê riya hanê de çûne û xisirîne, jê vegerîyane. Ji bona kelîma “Lokanta(xorengeh)” bi zimanê Îtalyana bûye xwestien ji zimanê xwe derxin û gotine “otlangaç(gihaxwarin)” û gelekî însan bi wan kenîyane. (Me bi xwe li Ankarayê navê xwaringehekê dî; ku “Otlangaç” bu). Kurdên me jî wexte bikevin vî halê nebaş.

Kîjan Kurdî?

Em nabêjin “Kurdîya klasik” ku pirê wê ‘Erebî û Farisî ye. Em nabêjin “Kurdîya sikaka, Kurdîya nav mala”; ku Kurdîya “argo” ye. Di wê Kurdîyê de teşbîhê mekroh pir in, xeberdanê kovî (yabanî) zêde ne. Meriv fedî dike wan xeberdana li nav civata bêje. Û mecazê wê Kurdiyê kêmin. (Em karin bêjin evêya Kurdîyeke îlkel, hin nehatiye çağê medenîyetê). Em dibêjin “Kurdîyeke kitabî; lê belê ne dûrî çanda gelê Musluman”. Wî çağî, di wê Kurdîyê de hewce nîn e; ku em li hemberê kelîma “Dîn” em bêjin “Ol”. Yan jî li hemberê “Rehman û Rehîm” em bêjin “Dilovan û dilovîn”.

Heger em wilo bikin wî çağî wê ev Kurdîya hanê, hem dewlemend be, hem jî mirêka çand û îmana me be.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.