Ceseda 3 karkeran hat dîtin

Ceseda 3 karkeran hat dîtin

Di teqîna ku li Zonguldakê di madenekê pêk hat de 3 karker winda bûbûn ku ceseda her 3 karkeran hat dîtin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li madeneke taybet a li Taxa Çamlika Kîlîmlîya navçeya Zonguldakê di wextên êvarî derdora seat 03.00an de ji ber teqîna ku pêk hat hilweşîn çêbû. Di encama hilweşîna ku pêk hat re 5 kes di bin hilweşînê de man.

Ji 5 kesên ku di bin hilweşînê de man kesek bi îmkanên xwe derket û kesek jî ji teref yekîneyên tahlîyekirinê ve hat xelaskirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ya 3 xebatkarên din hêj berdewam dikir; lê piştî xebatên ku hatin kirin her 3 karker mirî hatin dîtin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.