Cezayên ku ji teref daraza FETO ve hatine dayîn divê cardin ji ber çavan bên derbaskirin
Serokê Rûmetî yê Komeleya Akinciyan Mehmet Şahîn derbarê cezayên ku ji rayedarên HUDA PARê re hatin dayîn de diyar kir “Temamê cezayên ku ji teref daraza FETO ve hatine dayîn divê cardin ji ber çavan bên derbaskirin.”
Daîreya Cezayê ya 16emîn a Dadgeha Bilind wê cezaya ku ji Alîkarên Serokê Giştî yê HUDA PAR Seîd Şahîn, M. Bahattîn Temel û Rojnameger Fîkret Gultekîn re hatibû dayîn tesdîq kir ku ev ceza di encama doza ku bi komplo û kumpasên FETO hatibû vekirin de hatibû dayîn. Serokê Rûmetî yê Komeleya Akinciyan Mehmet Şahîn derbarê cezayên ku ji rayedarên HUDA PARê re hatin dayîn de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir û derbarê mijarê de diyar kir “Temamê cezayên ku ji teref daraza FETO ve hatine dayîn divê cardin ji ber çavan bên derbaskirin.”
Şahîn di destpêka nirxandina xwe de diyar kir divê temamê mexdûrên ku ji teref daraza FETO ve hatine cezakirin ji nû ve bên darizandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez dixwazim vê yekê bibêjim; divê îqtîdarê mewcûd temamê cezayên ku ji teref daraza FETO ve hatine dayîn cardin ji ber çavan derbas bike, ango divê ji nû ve bên darizandin.Lewra di vir de mexdûrîyetek heye û ev mexdûrîyetên ku hêj berdewam dikin gihaştine asteke wisa ku êdî mirov pê aciz dibe.”
“Divê ew qerarên ku hatin dayîn ji teref hakim û dozgerên ku xwedî wijdan in ve ji nû ve bê tehqîqkirin”
Şahîn di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ev hevalên me yên ku birêvebirên HUDA PARê ne di siyaseteke eşkere dikin û tevlî tu xebatên îllegal nabin. Şahîn dû re wiha li axavtian xwe zêde kir: “ Serokê Giştî yê HUDA PARê di daxuyanîya xwe ya ku da de nimreya sîcîlê ya wan hakim û dozgerên ku li van dozan mêze dikirin da û diyar kir ev hakim û dozger an ji doza FETO tên darizandin, an ji wezîfê hatine dûrkirin an jî hukum xwarine û revîyane derveyî welêt.Ji ber wê yekê divê ew qerarên ku ji teef rêxistineke wisa ve hatine dayîn, ji teref hakim û dozgerên ku xwedî wijdan in ve ji nû ve bê tehqîqkirin.Ger ev yek neyê kirin ev tiştê ku hatiye serê hevalên me dibe ku were serê hinek însanên din jî. Dibe ku bi wan dosyayên ku ji teref hakim û dozgerên FETO ve hatine vekirin hinek kesên din jî bên mexdûrkirin. Divê hikûmet dest bavêjî vî karî.”
“Ger ji nû ve darizandin neyê kirin dibe ku li rasta hinek mexdûrîyetên wisa bên”
Şahîn di dawîya axavtina xwe de bang li Serokomar Erdogan kir û wisa got: “ Ez dixwazim ji vê derê bang bikim ku ev banga min nexasim ji Serokomar Erdoganî re ye. Em wek STKyeke ji teref FETO hatine mexdûrkirin dibêjin divê mexdûrîyeta wan kesên ku ji teref hakim û dozgerên FETO ve hatine mexdûrkirin bê çareserkirin. Wijdana raya giştî ji vê yekê aciz e. Ger ji nû ve darizandin neyê kirin dibe ku li rasta hinek mexdûrîyetên wisa bên.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.