CHP: Navekî mîna Abdullah Gul neket rojeva CHPê û dê nekevîyê jî

CHP: Navekî mîna Abdullah Gul neket rojeva CHPê û dê nekevîyê jî

Serokwekîlê Koma CHPê Ozgur Ozel destnîşan kir “Navekî mîna Abdullah Gul neket rojeva CHPê, niha jî nine û dê nekevîyê jî.”

Di van rojên dawî de tê diyarkirin ew ê  di hilbijartinên 24ê Hezîranê de CHP Serokomarê 11emîn Abdullah Gul wek namzedê Serokomartîyê nîşan bide. Derbarê van îddîayan de ji teref Serokwekîlê Koma CHPê Ozgur Ozel ve daxuyanîyek hat dayîn. Gul di daxuyanîya ku da de ji îddîayan re bertek nîşan da û got ‘Êdî bes e, em aciz bûn.’

Ozel di peyamên ku ji ser hisaba xwe ya tweetîrê parve kir de derbarê mijarê de wiha got: “Êdî bes e, Ev qas spekulesyon em aciz kirin. Armanca temamê van tiştan di nav me de dandestpêkirina nîqaşekê ye. Navekî mîna Abdullah Gul neket rojeva CHPê,  niha jî nine û dê nekevîyê jî.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.