Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Zekerîya Yapiociogluyê Cigîrê Serokê Giştî yê HUDA PARê di mîtînga Qudsê ya li Diyarbekirê de destnîşan kir “Filistîn ne ya firotinê ye. Filistîn a temamê ummeta Îslamê ye. Mescîda Eqsa qibleya me ya ewil û Quds jî harema me ye.”

Mîtînga “Quds A Me Ye” ya ku Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê bi deh hezar kes beşdarî bûn bi kelecaneke mezin hat lidarxistin.

Li Qada Îstasyona Diyarbekirê bi hezaran kes kom bûn da ku plana şer û îşxalê ya ku ji teref Trumpê terorîst û îşxalker ve hat daxuyandin telîn bikin. Mîtînga ku bi hezarana kes beşdarî bûn ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember û Cemîyeta Mustazafan ve hat tertîpkirin.

Cigîrê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiocioglu di mîtînga ku hat lidarxistin de axavtinek kir. Yapicioglu di destpêka axavtina xwe de diyar kir “Ey xuşk û birayên me yên ku di vê sir û seqemê de  vê qadê tije kirine. Ey mumîn û mumîneyên ku hewaya sar bi agirê dilê xwe germ dikin. Silav li we be.”

 “Quds ew belde ye ku em amade ne di oxira wê de her cûr bedelê bidin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Bi izna Xwedê sefên ummeta Îslamê li dora Quds û Mescîda Eqsayê dibin yek” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mescîda Eqsa qibleya me ya ewil, mabeda me ya duyemîn a ku li ser rûyê erdê hatiye înşakirin û ji bo ziyaretê mescîda sêyemîn û pêlik û şahidê Mîracê ye. Quds;  piştî Mekke û Medînê harema sêyemîn a Îslamê ye. Quds ew belde ye ku em amade ne di oxira wê de her cûr bedelê bidin. Me piştî ku Amerîka qerar da li Qudsê balyozxaneya xwe veke di 17ê Kanûna sala 2017an de li vê derê mîtîngek li dar xist û me ku ger wehdet çêbibe ew ê siyonîzm ji holê rabe û Amerîka dê bicehime.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir Quds cardin bi planên nîjadperest û îşxalker ên siyonîstên terorîst û Amerîka têket rojeva cîhanê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di 28ê Çileyê de Amerîkaya zelîl  li wê Qesra Reş  şanoyek tertîp kir. Serokê Amerîka Donald Trump derdora xwe îhmal nekir û qesta wan kir û planeke îxanetê ya ku tê de dihat diyarkirin Quds paytexta ku dabeş nabe ya îsraîlê ye. Dîsa Trump di daxuyanîya xwe diyar kir ev yek ji bo dewleteke serbixwe ya Filistînê şansa dawî ye û li gor xwe Filistînîyan lê belê gefê li tememê Mislimanan xwar. Trump dema ku vê yekê kir vêcarê îdarevanên xaîn ên hinek welatên Îslamê jî kişand ba xwe planên kirîna Qudsê û xerakirina Mescîda Eqsayê kirin. Di vê plana ku hat kirin de Filistîneke serbixwe tune ye. Çareserîya du dewletî jî tune ye. Di vê planê de ‘dewleta mezin a îsraîl’ û xeyala birêveberîya Filistînê ya ku di bin kontrola wî de be heye. Ev plan ji bo Filistînê ji wan planên herî bi xetere ye. Ev plan ne plana parçekirina Filistînê; bi temametî plana îşxalkirina Filistînê ye.

 “Ger Quds ji dest biçe ew ê Qahîre, Bexdayê, Enqere, Beyrûd û Amman jî ji destên me biçe”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi plana xaîn a ku tê kirin tê xwestin bi pereyên Ereban axên Filsitînê bên kirîn û ji siyonîstan re bê dayîn  û dû re wiha got: “ Ey Amerîka Quds ne ya firotinê ye, ma Quds Alaska ye ku tu bi pereyan wê bistînî.Filistîn ne ya firrotinê ye. Filistîn ne ya Ereban e  jî. Filistîn a temamê ummeta Îslamê ye. Mescîda Eqsa qibleya me ya ewil,Quds harema ye û em amade ne ku di oxira wê pîrozbahîya xwe de bedelê bidin.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Gelo êdî wextê şiyarbûnê nehatiye?” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ey îdarevanên welatên Îslamê werin li ser hişên xwe.Ey rewşenvîr, siyasetmedar, akademîsyen û endamên çapemenîyê! Şiyar bibin. Ji ber ku li dijî daxwaza Qudsa Rojhilat deng nehat derxistin temamê Qudsê tê xwestin. Ger hûn dengê xwe ji plana du dewletî re dengê xwe dernexin, ew ê planeke wisa li ser we ferz bikin û ew ê ji we re bêjin an bibin welatîyên îsraîl  an jî ji Filistînê hicret bikin. Ger Quds ji dest biçe ew ê Qahîre, Bexdayê, Enqere, Beyrûd û Amman jî ji destên me biçe.Ew ê çav berdin Mekke û Medînêç. Quds izzeta ummetê ye. Heta ku Quds ji esaretê xelas nebe ew ê ummeta Îslamê ji zilleta ku tê de ye xelas nebe.Heta ku Quds azad nebe ew ê ummet azad nebe.”

 “Heta ku Quds azad nebe ew ê ummet rûyê rihatîyê nebîne”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de wisa got: “Birayên min!Çima îro? Di ya rastîyê de dema ku Quds di sala 1967an de hatibû îşxalkirin hatibû îlankirin Quds paytexta ku nayê dabeşkirin e. Quds di sala 1955an de ji teref meclîsa Amerîka ve wek paytexta rejîma siyonîst  hatibû îlankirin. Gelo çima piştî 55 salan vê qerarê dest bi tetbîqkirinê kirin. Divê em vê yekê bifikirin. Bersiva wî hêsan e. Ummet tu carî bi vî awayî bi hev neketibû. Weke ku Selahaddîn Eyyubî gotiye ‘Kesên ku bi dostên xwe mijûl bibe, nikare bi dijminên xwe re şer bike.’Ev gotin heqîqetek e. Li Yemenê însan ji birçînan dimirin, li Iraqê malên însanan di ser serê wan de tên anîn xwarê, li Sûrîyê nexweşxane tên bomberankirin, Behra Spî bûye gora kesên ku ji naçarî welatên xwe terk dikin. Armanca van bomberan, xerakiri û agirên ku tên pêxistin domandina dîlbûna Eqsayê ye. Îro ji bo mistek siyonîst rihet razin, di nav Kurd, Tirk û Eceman de îxtîlafan derdixin. Heta ku em vê lîstikê nebînin û xera nekin ew ê Eqsa rizgar nebe. Heta ku Quds azad nebe ew ê ummet rûyê rihatîyê nebîne, di nav ummetê de xwîn û rondikên çavan bibare.

 “Ey ew bêaqilên ku zen dikin Quds bes bajarek e!”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bang li Mislimanan  kir û got: “Ey xuşk û birayên min ên Misliman! Tu li kîjan bajarî dijî ferq nake. Divê tu li helwesta wî îdarevanê ku welatê te îdare dike mêze bike ka ew bi çi çavî li Filistînê mêze dike. Bila şîara te ev be. Li dijî wan kesên ku hûrmetê nîşanî şîarên me, sembolên me û hassasîyetên me nadin em ê jî nîşanî wan ne hurmetdar bin. Ew kesên ku ji me re dibin asteng em pêkve li Eqsaya Azad nimêj bikin ji bo ji holê rabin û tune bibin bixebitin. Divê ew kesên ku destekê didin plana îşxalê ya siyonîstan di çavên me de wek siyonîstan dijimin bin. Ey ew bêaqilên ku zen dikin Quds bes bajarek e! Ey ew kesên ku Filitînê ji axekî rêzê dihesibînin! Ey ew kesên ku meseleya Filistînê meseleya kar û xwarê dihesibînin û ey ew xaînên ku ji bo meseleya Filistînê  dibêjin ‘Ji Bo Refahê Aşîtî.’ Ger hûnê tiştinan bifiroşin rabin meqam û qesrên xwe bifiroşin Mescîda Eqsa û Quds ne ya firotinê ye.Li dijî îşxala siyonsîtan mafê berxwedanê nikare bê xistin meseleya bazarê.Ew mafê vegera Filistînîyên muhacir nikare ji destên wan bê standin. Ey ew hikûmetên ku ummet Îslamê îdare dikin! Madem hûn jê re dibêjin ‘dewleta terorê!’ naxwe li gor vê gotina xwe hereket bikin. Belê dewleteke bi navê îsraîl tune ye; rêxistineke terorê heye ku ew nîjadperest e, siyonîst e, qetlîamker e, îşxalker e. Madem wisa ye naxwe ew kesên ku şebekeya  terorê ya siyonîstan wek dewletê nas dikin, hûn bi kîjan eqlî li navenda terorê sefaretê vedikin? Hûn çima li paytextên xwe temsîlkarîtên wan didin vekirin? Ev yek tê çi wate yî? Vê yekê cardin bifikirin û ji xeletîya xwe vegerin. Êdî şebekeya ya terorê wek dewletê nas nekin û temamê pêwendîyên xwe yên bi wan re qut bikin. Ger hebe wan siyonîstên ku cil û bergên dîplomatan li xwe kirine ji welatê xwe biqewirînin û temsîlkarên xwe bikşînin. Sehayên xwe yên asîmanî ji wan re bigirin. Di qanûnên xwe de guherînan bikin. Endambûna çeteya siyonîst a ku tehlûketirîn rêxistina terorê ya navneteweyî ye û ji wan re kirina alîkarîyê bixin berga sûcê.Bi wan welatên din meşxûl nebin, bi hev nekevin, bi hev re şer nekin û problemên di nav xwe de çareser bikin. Di rêya Yekîtîya Îslamê de gavên berbiçav bavêjin. Meseleyên di nav xwe de di çarçoveya edaletê de çareser bikin.Madem hûn Filistînê wek dewletê nas dikin, navxwe pê re muameleya dewletbûnê bikin û pê re peymanên hevkarîya leşkerî îmze bikin. Perwerdehîya leşkerî bidin birayên me yên Filistînî. Hûn dikarin van tiştan temaman bikin. Lê divê hûn di serî de bawer bikin. Pêwîst e li dijî siyonîstan di warê siyasî, îqtîsadî, hiqûqî, akademîk, çandî û civakî de seferberî û micadeleyek bê destpêkirin û heta siyonîst ji holê rabin û bê domandin.Ji bo Eqsa ji esaretê rizgar bibe divê ummet ji vê yekê bawer bike. Divê Eqsa her tim di rojevê de be. Divê em bawer bikin, ger Eqsa rizgar bibe ew ê problemên me bi dawî bibin. Divê em ji bîr nekin ku sedema fitnê û problemên me siyonîst in.”

ÎLKHA


Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em amade ne di oxira Qudsê bedelê bidin

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.