Cîhada Îslamî: Li Xazzê di warê agirbestê de lihevkirin çêbû

Cîhada Îslamî: Li Xazzê di warê agirbestê de lihevkirin çêbû

Harekata Cîhada Îslamî destnîşan kir bi navbeynkarîya Misirê di navbera wan û çeteyên terorê yên siyonîst de lihevkirin çêbû.

Hat ragihandin li Xazzê di warê agirbestê de lihevkirin çêbû.

Derbarê mijarê de  ji teref Harekata Cîhada Îslamî ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku ji teref Berdevkê  Hareketa Cîhada Îslamî Musab El-Buyerm ve hat dayîn de hat destnîşankirin bi navbeynkarîya Misirê di navbera wan û çeteyên terorê yên siyonîst de bi şerta ku şertên komên berxwedanê bên qebûlkirin lihevkirin çêbû.

El-Bureym di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Piştî ku berxwedan gotina xwe ya dawî got, bersiv da êrîşan û heybeta  Netanyahû hat şikandin û xelkê Filistînê hat parastin re ev agirbest hat. Her wisa rejîma îşxalê şert û mercên ku ji teref Cîhada Îslamî ve hatin danîn holê qebûl kir.”

Berî vê du rojan di encama êrîşên siyonîstên îşxalker û terorîst de 10 Filistînî şehîd bûbûn û 45 Filistînî jî birîndar bûbûn. Di encama êrîşên ku doh jî berdewam kirin de hejmara şehîdan zêde bû.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama êrîşan de heta niha 32 Misliman şehîd bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.