Cîhanpur: Li Îranê serê seatekê carekê 50 kes bi corona vîrusê dikevin

Cîhanpur: Li Îranê serê seatekê carekê 50 kes bi corona vîrusê dikevin

Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Îranê Kîyanuş Cîhanpurdestnîşan kir “Li Îranê serê seatekê carekê 50 kes bi corona vîrusê dikevin.”

Kîyanuş Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Îranê derbarê geşedanên dawî yên derheqê corona vîrusê de daxuyanîyek belav kir.

Cîhanpur di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Li Îranê serê 10 deqîqeyan carekê kesek canê xwe ji dest dide û serê seatekê carekê jî 50 kes bi corona vîrusê dikevin.”

Cîhanpur di berdewama daxuyanîya xwe hişyarî li welatîyan kir da ku di betlaneya Newrozê de dernekevin rêwîtîya tatîlê.

Li Îranê ji ber corona vîrusê heta niha 1135 kes canê xwe ji dest dan û 17 hezar û 361 kes jî bir corona vîrusê ketin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler